HPG: Di encama bersivdanê de dagirkerek hate kuştin

HPG’ê îro jî têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û diyar kir di encama bersivdanê de dagirkereke hate kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de tê gotin:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

9’ê Adarê li herêma Zapê dagirkeran êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê.

Hêzên me jî, ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Bi gîştî Çeperên me yên berxwedanê 43 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button