Li Helebê bi salvegera êrîşên li ser taxa Şêxeqsûd şehîdên berxwedanê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi boneya salvegera êrîşên li ser taxa Şêxeqsûd şehîdên berxwedanê bi bîr anî.

16’ê Sibata 2016’an de 27 komên çete êrîşî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kirin û xwestin bi êrîşê re taxê dagir bikin.

Li hember vê êrîşê bersîveke xurt ji aliyê gel û şervana ve hate dayin, di encamê de taxa Şêx Meqsûd hat rizgarkirin.

Bi boneya 5’emîn salvegra êrîşan, Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûd ya Helebê daxuyanî dan.

Daxuyanî li hola şehîdan bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên sivîl hat dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, serkeftina vîn û îradeya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, hişt ku em taxa xwe ji hemû rengên êrîşan biparêzin û rizgar bikin.

Di dawiyê de hate diyar kirin ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk ji bo hemû welatiyên Sûriyê ye.

Back to top button