Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spart axê

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên asayîşê Mihemed El-Mişel li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Endamê Hêzên Asayîşê Mihemed El-Mişel dema li ser karê xwe bû 13’ê Sibatê, di encamê qezayekê de şehîd bû.

Ji bo oxirkirina şehîd bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li goristana Ş. Delîl Saroxan kom bûn.

Piştî rêzgirtinê, kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û weha gotin:

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker yekitiya xwe ava kir.

Her weha banga xurtkirina têkoşînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava sloganan de hate veşartin.

Back to top button