Navalny bi îdiaya heqaret li gaziyên şer kiriye der ket pêşberî dozger

Ji ber dijberiya serokê Rûsya Vlidimir Pûtîn dike, li pêşiya Aleksey Navalny gelek rojên li dadgehê xuya dike.
Vê carê Navalny bi îdiaya heqaret li gaziyên şer kiriye derket pêşberî dozger.

Lîderê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny îro bi îdiaya ku heqaret li gaziyên şer kiriye li dadgeheke herêmî ya paytext Moskova derket pêşberî dozger.

Navalny yê ku Pûtîn bi nelirêtiyê tewambar bike, ji 17’ê Çileyê ve di ber derê dadgeha ne.

Havîna derbasbûyî bi hinceta ku Navalny li ser hesabê xwe yê şexsî nerastî li gaziyekî şerê cihanê yê 2. kiriye tê sûcdarkirin.

Navalny li dijî van tewambariyan bertek nîşan da û ev yek red kir.

Ger ceza were erêkirin, Navanly wê 13 hezar û 335 dolar bide yan jî wê bi qasî 240 saet karekî neçarî bike.

Rexnegirê Kremlînê Navalny 2’ê Sibatê jî ji ber dozekê cezayê 2 sal û 8 meh lê hatibû birîn.

Back to top button