Reqa-Tabloya 58 metreyî hat pêşandan

Piştî Hesekê, tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Reqayê hat pêşandan.

Tablo li Parka Reşîd hat pêşandan ..

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser û partî hazir bûn.

Hevseroka Komîteya Wênesazê Sebah Elî li ser tabloyê axivî.

Sebah Elî diyar kir ku 4 beşên Tabloyê hene û weha lê zêde kir:

“Di beşên Tabloyê de, ji jiyana hevbeş ya di navbera pêkhateyan li Efrînê, dagirkirina wê, biryara vekişînê û herî dawî hêviya vegerê, rave dike.”

Her wiha bi navê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Egîd Xelîl axivî.

Egîd Xelîl diyar kir ku Tabloya axa zeytûnê êşa her efrîniyek, her zarokekî ye.

Armanca me ji amadekirina tabloyê, belgekirina berxwedana xelkê Efrînê ye.

Ku li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe dan.

Em dê bi zendên zarokên xwe dagirkeran ji Efrînê derxin.

Em vê tabloyê bi rêzdarî diyarî hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Back to top button