Li Hesekê tabloya 58 metreyî ku berxwedan Efrînê rave dike hate pêşandan

Desteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Komîna Wênesaziyê ya kantona Efrînê Li Hesekê tabloyek bi dirêjahiya 58 metreyan ku berxwedana xelkê Efrînê rave dike pêşanda.

Pêşandana tabloya 58 metreyan ku behsa berxwedana Efrîn dike li Parka 4’ê Nîsanê a Hesekê hate pêşandan.

Pêvajoya yekemîn a tabloyê, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên kantona Efrînê beriya dagirkirinê nîşan dide.

Pêvajoya duyemîn jî, balê dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona dagirkirî ye.

Ya sêyemîn jî, biryara derketina ji kantonê piştî berxwedana 58 rojan, rave dike.

Her wiha pêvajoya çaremîn jî, hêviyên xelkê Efrînê ji bo vegerê nîşan dide.

Bi dehan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl ên Hesekê û Efrînê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, endamê Koordînasyona Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Efrînê Reşîd Osman axivî û got: “Ev tablo, berxwedana dîrokî ya bajarê aştiyê belge dike.”

Wênexêz û çavdêrê tabloyan, Zekeriya Osman spasiya xelkê bajêr kir ku derfet ji wan re vekirin.

Qamişlo-Tabloyek bi navê çîroka warê zeytûnê bi qasî 58 metreyan hat nîșandan

Back to top button