Dewleta dagirker Hevşaredarên HDP’î yên navçeya Patnosê ya bajarê Agiriyê girtin.
Şaredariya Patnosê ya HDP’ê ku qeyûm neavîtibûnê, doh dewleta dagirker hevşaredarên navçeyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç girtin.
Hevşaredarên HDP’î yên Patnosa Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç di 9’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin.
Hevşaredar piştî 3 rojên di binçavan de bi îdiaya “endamê rêxistinê, binpêkirina qanûnên aborî” hatin girtin.
Rêxistina HDP’ê ya Patnosê bertek nîşanda û got “emê dewsa hevalên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”
Heman rojê Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş hat binçavkirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 14’an a dewleta dagirker bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 cezayê erbaş erêkir û bi vê hincetê Erbaş hate binçavkirin.
Hat ragihandin ku dê Erbaş piştî karên li midûriyeta polîsan bişînin girtîgehê.
Di nava 2 mehan de 83 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin