Di nava 2 mehan de 83 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin

Li navçeya Elkê a Şirnexê Hevserok û rêveberên HDP’ê yê Navçeyê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin
Tevkildarî van êriş û operasyonan Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart got:
Ev operasyon li dijî daxwaza guherînê hatine kirin û divê tu kes bêdeng nemîne.

Desthilata AKP-MHP’ê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê û heta tûra duyemîn a hilbijartinan, li bakurê Kurdistanê bênavber operasyonên qirkirina siyasî kirin.

Di vê pêvajoyê de li Şirnex û navçeya wê Cizîr ku di bin dorpêça polîsan de ne, bi sedan kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedar û kesayetên Kurdistanî didomin.

Hêjayî gotinê ye heta niha tenê li Şirnex û navçeyên wê bi giştî 83 kes hatine binçavkirin.

Ji wan 13 kes jî hatine girtin.

Têkildarî van êrişan Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Cizîrê Mesût Nart axivî

“Ji Newrozê heta niha Cizîr di bin dorpêça polîsan de ne”

Mesût Nart diyar kir ku ji Newrozê heta niha ew di bin dorpêça polîsan de ne û wiha got:

“Ev operasyonên tên kirin, li dijî vîna gel tên kirin.

Cizîr, ev demekî dirêj e di bin dorpêça polîsan de ye.

Xelkê Cizîra Botan di Newrozê de peyameke xurt da.

Daxwazên xwe bi eşkereyî gotin û em bi wan peyamanan tev li xebatên hilbijartinan bûn.

“Dixwazin ku tolê hilînin”

Mesût Nart destnîşan kir ku rejîma AKP’ê û MHP’ê ya faşît ev nerazîbûna gel dît.

Lewma ji wê rojê ve Cizîrê weke qada ceribandina xwe bi kar tîne.

Bi domdarî Nart diyar kir desthilata AKP-MHP’ê bi rêbazên cuda dixwaze tola hilbijartinê ji xelkê herêmê hilîne.

“Armanc gelê Kurd e, divê hemû kes dengê xwe derxîne”

Hevserokê HDP’ yê Cizîrê Mesût Nart daxuyand ku tevî êrişan jî gelê herêmê serî natewîne û ev bang kir:

Divê derdorên demokratîk li dijî van operasyonan bêdeng nemînin.

Hedef ne tenê Cizîr, Şirnex û Botan e. Hedef gelê kurd e.

Heke Botan qels bibe dê hemû derdorên civakê qels bibin.

Lewma divê hemû kes piştgiriya hev bikin û dengê xwe derxînin. “

Back to top button