Operasyonên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê berdewamin.
Li navçeya Elkê a Şirnexê 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Elkê polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinê de 5 kes hatin binçav kirin.
Di encama serdegirtinan de Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Zarîfe Borak,
Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan,
Di nav de 3 welatî hatine binçavkirin.
Kesên ku hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.
Sedemê binçavkirinan nehate zanîn.