Dayikên Şemiyê dema di çalakiya xwe de, xwestin biçin Qada Galatasarayê, polîsên Tirk êrişî wan kirin û gelek kes binçavkirin.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe yên windayî û darzandina kojeran 948 hefteya, li Qada Galatasarayê çalakiya xwe didomîn e..
Tevî ku biryara Dadgeha Make-qanûnê ‘binpêkirinê’ daye jî, lê polîsan qad dorpêç kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kêliya ku gihîştin qadê asteng kirin.
Polîsan êrişî dayikan û parêzvanan kir û ew binçav kirin.
Polîsan rojnamevanên ku xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî, ji qadê dûr xist.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Miroan ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.