Li Silêmaniyê li ser Yekîtiya Netewî semînerek hate lidarxistn

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan Salar Mehmud, di semînerek li ser 100 saliya Peymana Lozanê de axivî û got: Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan dibîne, divê Kurd dermanekî ji vê parçebûnê re bibîne û ew derman jî yekitiya netewiye.

Komeleya Zanistên Siyasî ya Kurdistanê li Silêmaniyê, semînerek bi sernavê ‘100 sal piştî Peymana Lozanê, cihê Kurdan a di Rojhilta Navîn de’ lidarxist.

Di semînerê de Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan Salar Mehmud, behsa bandora Lozanê ya li ser Kurdan û erkên Kurdan ên di vê qonaxê de kir û wiha got:

“Dewleta Tirk xewna xwe di tinebûna Kurdan de dibîne”

“Peymana Lozanê bûyerek dîrokî ye, lê bandora wê li ser niha û siberoja Kurdan heye.

Welatên ku Kurdistan paraçe kirin, dest bi komkujî û qirkirina Kurdan kirin.

Bi taybetî dewleta Tirk ku xewna hebûna xwe di tinebûna Kurdan de wek stratejî dibîne.

“Ji bo ev sedsal bibe ya Kurdan, divê Yekitiya Netewî pêkwere”

Salar Mehmud her wiha îşaret bi giringiya yekitiya Kurdan kir û weha bi dawî kir: “Sed sal piştî peymana Lozanê, ya ji bo Kurdan girînge dermankirina derdê parçebûna Kurdan e.

Ew derman jî tenê yekitiya neteweyî ye.

Back to top button