
QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ew beşdarî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû el-Hesen El Qureşî nebûne û ti têkiliya me bi kuştina wî re nîne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû El Hesen El Qureşî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku tu têkiliya QSD’ê bi kuştina serçeteyê DAIŞ`î tune ye.
Li gorî daxuyaniyê ku armanca QSD’ê niha tenê parastina herêmê û gel ji êrişên dewleta Tirk a dagirker e.
QSD’ê di daxuyaniya xwe anî ziman ku DAIŞ’ê hewl dide sûdê ji êirşên Tirkiyê bigire lê em rê li ber vê yekê digirin.