Milîsên Hûseyîn Arasan ên HBDH bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan di 10’ê Hezîranê de kargeha li Başakşehîrê ya li Stenbolê da ber agir.
HBDH diyar kir pergala mêtinger a dewleta tirk ya faşîst teqez wê hilweşe û got:Em ê heta serketinê qet nerawestin.
10’ê Hezîranê li Başakşehirê ya Stenbolê agir bi kargehekî ket û hema hema bi temamî rûxiya.
Têkildarî bûyerê Milîsên Hûseyîn Arasan ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku wan ev çalakî pêk aniye.
HBDH’ê di destpêkê de reşkujiyên li dijî welatparêzên Kurd bi bîr xist û got:
“Dewleta faşîst a qirker li dijî gelê me sûîkastan pêk tîne.
Herî dawî li Silêmaniyê zarokê egîd ê gelê me Hûseyîn Arasan bi êrîşeke xayînane qetil kir.”
HBDH: Dewleta faşîst a Tirk dê li her qadê di hedefa me de be
Li dijî van êrişan HBDH’ê ragihand ku dewleta faşîst a Tirk dê li her qadê di hedefa wan de be û wiha got:
Ji vir û şûn de ji wan re aramî tune ye. Wê bi vê tirsê bijîn ku her kêlî û li her derê em ê derkevin pêşberî wan.
Me li Stenbol/Îkîtelliyê li dijî kargeha piştevanekî desthilatdariyê çalakiya sabotajê lidar xist.
Berhemên li kargehê bi temamî îmha bûn û ziyanek mezin gihişt kargehê.
HBDH: Em ê heta serketinê qet nerawestin
Milîsên Hûseyîn Arasan ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan HBDH di dawiyê de diyar kir ku pergala dewleta tirk a faşîst teqez wê hilweşe û ev tişt got:
Gelê me yê kedkar ku sedsal in di bin her cure hovîtî û mêtingeriyê de êşên mezin dikşîne, wê teqez azad bibe.
Em ê heta serketinê qet nerawestin.”