Hevrêyên Şehîd Nagîhan: Em ê armancên Nagîhanê pêk bînin

Têkoşîna Nagîhan Akarsel bandor li tevahiya jinan kir ku her kes li ser vê şopê dimeşin.
Rêhevalên Nagîhan behsa kar û xebat, jiyan û tevgera wê kirin û gotin:”Nagîhan pir ji xwendinê hez dikir û her dem ji bo zanista jinê Jineolojî dixebitî, wê diruşmeya ”Jin Jiyan Azadî” kiribû felsefeya jiyanê û xewna Nagîhan her dem Yekîtiya Jinên Kurd bû.

4’ê Cotmehê de, Rojnamevan û Edîtora Kovara Jinolojiyê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê di encama êrişekê de şehîd bû.

Haskar Kirmizigul: Dilê Nagîhanê her tim bi agirê azadiyê dişewitî

Endama Akademiya Jineolojî Haskar Kirmizigul hevala xwe Nagîhan Akarsel bi bîranî û got:

Nagîhan seranserê jiyanê îdeolojiya Rêber APO di têkoşîna xwe de nexş kir.

Dilê wê her tim bi agirê azadiyê dişewitî.

Di têkoşîna jinê de roleke pêşeng lîst.

Û ji bo nasnameya jina azad bû ronahî.”

Necîbe Qeredaxî: Xeyala Nagîhanê pêşxistina jinan bû

Rêhevalên Nagîhan Akarsel, Necîbe Qeredaxî û Rênas Zal yên ku pêre di armanca wê de hevkar bûn behsa Nagîhan Akarsel kirin.

Necîbe Qeredaxî, da zanîn ku Nagîhan dirûşma ‘jin jiyan azadî’ kiribû felsefeya jiyanê.

Necîbe diyar kir ku Nagîhan li gel malabata xwe, pirtûk dixwend û xwe pêş dixist.

Ji wê re xeyalek bû. jinên li Başûr pêş xistiba û kuştinên jinan bidana sekinandin.

Rênas Zal: Nagîhan şoreşger bû û ji bo me pêşeng bû

Hevala wê ya xebatê Rênas Zal jî bi van gotinan Nagîhan vegot:

“Nagîhan ji bo me pêşengeg bû, şoreşgerek bû ku hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd kir.

Xende Hemîd: Xewna Nagîhanê her tim yekîtiya jinên Kurd bû

Hevrêyên Nagîhan Akarsel Xende Hemîd û Heje Halîd têkildarî xebata Nagîhan ji Rojnews’ê re axivîn:

Xende Hemîd wiha got:

“Em gelek nêzî hev bûn. Me bi hev re xebata jineolojî dikir û pirtûkxaneya Jinên Kurd bi rêve dibir.

Timî xebata wê li ser jinên Kurd û cîhanê hebû. Xewna wê her tim yekîtiya jinên Kurd bû.

HEJE HALÎD: HÊZA ME HEYE EM XEYALÊ NAGÎHANÊ BI CIH BÎNIN

Endama Navenda Jineolojiyê, Heje Halîd jî derbarê mijara xeyala Nagîhan a Yekîtiya hemû Jinên Kurd

Sefîrê Tirk ji Hewlêrê got: Em ê bikujin

Back to top button