Rûsya êrişî Kievê kir: 8 Kes hatin kuştin

Piştî teqîna li ser Pira Kirimê, li Ukraynayê asta êriş û şer dijwar bû.
Artêşa Rûsyayê weke bersivdayîn teqîna li setr pirê, bi dehan moşek avêtin navenda paytext Kievê.
Di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin.

Vê sibê navenda paytexta Ukraynayê Kievê bû armanca êrişa moşekan.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku ji destpêka şerê Ukrayna, cara pêşî ye Kiev dibe armanca êrişeke ew çendî dijwar.

Wezîrê Karên Hundur diyar ku di encama teqînan de 8 kes hatin kuştin, 24 jî birîndar bûn

Artêşa Ukraynayê jî ragihand ku Rûsya êriş bi 75 moşekan pêk aniye û got;

41 moşek hatin bêbandorkirin.

Zelensky: Balafirên Îranî di êrişê de hatin bikaranîn

Serokê welat Zelensky jî îdîa kir ku di êrişê de balafirên şer ên bê mirov ên Îranê hatine bikaranîn.

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê jî peyam da ku ew ê bersiveke tûnd bidin êrişa li dijî Kievê.

Pûtîn: Me bersiv da êrişa li dijî Kirimê

Serokê Rûsyayê Putîn berpirsiyariya êrişê girt ser artêşa welatê xwe û got;

Eger êrişên terorê li dijî xaka Rûsyayê dewam bikin, wê bersiva me tûnd be. Bila gumana ti kesî nebe.

Me bersiv da êrişa li dijî Kirimê.

Ewropa: Em ê çekên nû bişînin Ukraynayê

Yekîtiya Ewrûpa li dijî êrişa li dijî Kievê nerazîbûn nîşan da.

Berpirsê Ewlekariyê Josep Borrell (Jozêv Borêl) li ser mijarê got;

Em li kêleka Ukraynayê ne. Alîkariyên nû yê leşkerî di rê de ne.

Almanyayê jî eşkere kir ku ew ê pergala parastina hewayî bişînin Ukraynayê.

Lukaşenko: Ukrayna amadekariya êrişê dike

Di vê navberê de serokê Belarûsê Aleksander Lukaşenko Ukrayna bi wê yekê tawanbar kir ku amadekariya êrişa li dijî welatê wan dike.

Lukaşenko îdîa kir ku ewlehiya sînorê wan di xeteriyê de ye û got;

Em ê tevî Rûsya hêzên hevbeş li herêma sînorên Rojava bicih bikin.

Zaporîjya: Di êrişa moşekan de 13 kes mirin

Li aliyên din êrişên li dijî bajarokê Zaporîjyayê jî dewam dikin.

Hakimê herêmê Oleksandr Staruch (Aleksander Starux) ragihand ku şevê din êrişa bi moşekan pêk hatiye û di encamê de avahiyeke mezin hilweşiya û 13 kes jiyana xwe ji dest dan.

87 kes jî birîndar bûn û di nava wan de 10 zarok hene.

Back to top button