Artêşa Dagirker careke din êrişî herêmê kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di salvegera 3. a êrişên li ser Girêsipî û Serêkaniyê jî êrişên li ser herêmê bi dijwarî dewam kirin. Ji Zirganê heta Til-temir, ji Eyn Îsa heta bi Minbic û Şehbayê, ji duh ve tên topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di salvegera 3. a êrişên li ser Girêsipî û Serêkaniyê jî êrişên li ser herêmê bi dijwarî dewam kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvro, gundên Zîwan û Til Enab ên Şehbayê topbaran kirin.

Di heman demê de, artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên Dad Ebdal û Esediyê yên Zirganê jî dan ber topan.

Vê sibehê jî gundên Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê û Um El Kêfê ya rojavayî navçeyê bi çekên giran hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsayê topbaran kir

Duh di saetên piştî nîvro jî artêşa Tirk û çeteyên wê, navçeya Eyn Îsa û gundewarên li rojavayê Girê Spî topbaran kir.

Di vê topbaranê de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

Mizgefta gundê Fatsa ya navçeyê jî bû hedefa êrişan û zirar dît.

QSD’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk bi 60 topan navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran kir..

QSD’ê diyar kir ku dewleta tirk bi topbaranê dixwaze gelê heremê bide koçberkirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Minbicê dan ber topan

Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku gundên Boz-kîc, Ewn Dadat, El-Masî û El-Dîbat bi dijwarî hatiye topbarankirin.

Bi obisan jî gundê Kawiklî yê rojavayê bajarê Babê hat topbarankirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê 15 endamên şaneyeke çekdar girt

Li aliyê din, navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan bi Asayişê re operasyoneke taybet li dar xistiye.

Operasyon piştî girtina agahiyan ku şaneyeke çekdar li gundê Ewn Dadat heye hatiye lidarxistin.

Di dema operasyonê de, şane hat dorpêçkirin şer derket û çeteyên dewleta Tirk jî destek dan şaneyê.

Di encama operasyonê de 15 çekdar hatin girtin û 2 ji wan birîndar bûn.

Back to top button