Zaporîjya bû armanca êrişê

Herêma Zaporîjya ku xwediyê navenda nuklerî ye carek din bûn armanca êrişan.
Rayedarên Ukrayanyê ji êrişê Rûsya berpirsiyar nîşan da û got, di encamê de 17 kes hatine kuştin.
Mosko heta niha têkildarî mijarê ti daxuyanî nedaye.
Li Rojhilatê welat jî di navbera hêzên Rûs û Ukraynayî de şerekî giran heye.

Yek ji mezintirîn navendên nuklerî li Ewrûpayê Zaporîjya, di destpêka şerê Ukraynayê de ket bin kontrola hêzên Rûsyayê.

Navenda Nuklerî bi qasî 125 kîlometre dûrî bajêr e.

Hem herêm û hem jî navenda nuklerî di nava meha derbasbûyî de gelek caran bû armanca êrişan û vê yekê rê li ber metirsiyên mezin vekir.

Her gava ku êriş pêk tên jî Kiev û Mosko hev tawanbar dikin.

Ukrayna: Di êrişa Zaporîjya de 17 kes hatin kuştin

Rayedarekî Ukraynayê ragihand ku herêm bû armanca êrişeke dijwar a artêşa Rûsyayê.

Êrişa bi 12 moşekan pêk hatiye.

Li gorî heman rayedarî di encamê de 17 kes hatin kuştin, 49 jî birîndar bûn.

Di nava birîndaran de 6 zarok hene.

Heta niha Mosko têkildarî êrişî û tawanbariyên Ukraynayê ti daxuyanî nedane.

Li Rojhilatê Ukrayna şer giran e

Li Rojhilatê welat jî di navbera hêzên Ukrayna û Rûsyayê de şerek giran heye.

Serokê Ukrayna Zelensky îdîa kir ku hêzên Rûs hewl didin bajarokê Baxmut dagir bike û got:

Hêzên me li wê herêmê bi dijwarî şer dikin. Lê tevî vê yekê jî şer û bergirî pir zor bûye.

Back to top button