Şêxên êla Cibûr: Tevlêkirina ciwanên Sûriyê di şerê Lîbyayê de ne rewa ye

​​​​​​​Şêxên eşîra Cibûr beşdarkirina ciwanên Sûriyê di şerê li Lîbyayê de şermezar kirin û bang li ciwanan kir ku li dijî perçebûna welêt bisekinin.

Ji rûspiyên qebîleya Cibûr Ekrem Mehşûş diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide nifşê ciwanên herêmê têk bibe.

Ekrem Mehşûş maxabîniya xwe anî ziman ku hin ciwanên Sûriyê beramberî pereyan, ji bo planên dewleta Tirk kar dikin, lewma sifata çetebûnê li wan tê kirin.

Mehşûş ji ber şandina ciwanên Sûriyê ji Lîbyayê û di destê dewleta Tirk de bûne lîstok xemgîniya xwe anî ziman.

Mehşûş bang li ciwanên Sûriyê kir kuvegerin jiyana civakî û li dijî parçebûna welêt bisekinin û vegera ewlehiyê bi israr bin.

Şêx êla El-Elî yê qebîleya Cibûr Tirkî El-Mendîl jî tevlîkirina ciwanên Sûriyê di şerê Lîbyayê de şermezar kir û diyar kir ku tevlîkirina wan ne rewa ye.

Back to top button