HRE: 2 çete hatin kuştin, dron û erebeyek jî hatin teandinq

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê çalakî pêk anîn. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, erebeyek hat teqandin û balafireke bêmirov jî hat xistin.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê, der barê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyek da û ev agahî bi par ve kirin:

27’ê Çileyê Hêzên Rizgariyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek pêk anî û di encamê de erebeyeke çeteyan hat rûxandin.

Di heman rojê de HRE li navçeya Şêrawa li dijî çeteyên Feyleq El Şam çalakiyek sekvanî pêk anî, di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

28’ê Çileyê jî li navçeya Şerayê balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirkiyê hat xistin.

Dewleta Tirk a dagirker 27 û 28 vê mehê gundên Efrîn û Şehbayê, topbaran kirin û ziyan gihandin mal û milkên sivîlan.

Back to top button