
Komîteya Tundursitiyê ya navçeya Şedadê xwe amade dike ku, nexweşxaneya mezin a navçeyê çaksaz bike.
Li gorî Hevserokê Komîteyê Salih El Elî plana wan bi hevkariya Desteya Tenduristî ya Kantona Hesekê û rêxistineke mirovî pêk tê.
El Elî destnîşan kir ku, ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê ziyanên mezin li nexweşxaneyê bûbûn û niha ji bo alîkariya şêniyan, wê careke din wê çaksaz bikin.