Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe êrîşên dewleta Tirk erê dikin
August 21, 2021
23
Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê da xuyakirin ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê bi hemû cureyên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike lê hemû qadên navneteweyî bê dengin. Emîne Osê da zanîn ku saziyên navdewletî ji bo çareseriya pirsgirêka avê li şûna ku çareseriyan bide tenê daxuyaniyan dide.