Amerîka û Îtalya endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO erê kirin

Bloka NATO li pêşberî Rûsya sînorê xwe berfihre dike.
Herî dawî Swêd û Fînlandiya dest ji polîtîkaya bêalîbûnê berda û serlêdana endamtiya NATO yê kirin.
Di pêvajoya pejirandina endamtiya van welatan de, herî dawî senatoyên Amerîka û Îtalya jî endamtiya van welatan erê kir.

Piştî ku Rûsyayê êrişî Ukrayna dagir kir, Fînlandiya û Swêd statûya xwe ya bêalîbûnê ya demdirêj bidawî kirin.

18’ê Gulanê van welatan bi aweyekî fermî serlêdanên xwe bo NATO pêk anîn.

Li Îtalyayê daxwaza endamtiya 2 welatên Skandînavyayê ya piştî Meclisa Nuneran a jêrîn erê kir, li senatoyê hat qebûlkirin.

Serlêdana van welatan despêkê, bi vetoya Tirkiyeyê re rû bi rû man.

Piştî lihevkirina li ser daxwazên dîplomatîk ên Enqereyê, her du welatan di meha Gulanê de serlêdanên xwe yên fermî kirin.

Serlêdana ku ji aliyê nûnerên welatên endam ên li baregeha NATO’yê ve hatiye îmzekirin, ji bo ku temam bibe divê ji parlamentoya her 30 welatên endam derbas bibe.

Heta niha welatên ev mijar di parlamentoya xwe de xistine dengdanê bi dengek zêde pejirandine.

Qanûna ku li parlementoya Belçîkayê hat qebûlkirin hêj ji aliyê qral ve nehatiye pejirandin.

Serlêdana ku herî dawî li Fransa, Îtalya û DYA’yê deng veda, tê payîn ku di demek kin de ji erêkirina serokomariyê derbas bibe.

Ji 4’ê Tebaxê ve yek ji wan welatên ku hê ji meclîsê derneketiye Çekya ye.

Tê payîn ku welatê Ewropaya Navîn di dawiya meha Tebaxê de deng bide.

Di meha îlonê de jî li parlamentoya Portugalê dengdan tê plankirin.

Li Yewnanîstan, Macarîstan, Slovakya û Spanyayê hêj dîrokên dengdanê nehatine ragihandin.

Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku heta niha deng nedaye serlêdanê.

Rêveberiya Enqereyê destnîşan dike ku beriya dengdana li ser endamtiya Fînlandiya û Swêdê divê şert û mercên lihevkirina li Madrîdê pêk were.

Her çend welatên Skandînavyayê garantî bidin ku ew ê bi sozên ku hatine dayîn re dilsoz bin jî, ne diyar e ka dê kengê serlêdan wê li parlamentoya Tirkiyê were pejirandin yan na.

Back to top button