ÇETEYAN ZANÎNGEHA EFRÎNÊ VEGUHESTINE NAVENDA ÇETETÎ Û XWARINGEHÊ

Weke tê zanîn, di nava şerê 58 rojan de, êrîşên ezmanî li ser Efrînê ranewestiyan.
Di van êrîşan de dagirkeriya Tirk 38 dibistanên Efrînê rûxandin.
Yên nehatin rûxandin jî, hêzên dagirker ji xwe û çeteyên xwe re kirin zîndan û navendên istixbaratî.
Para zanîngeha Efrînê jî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker hebû.

Piştî êrîşa dagirkeriya dewleta tirk a li ser Efrînê despêkir êdî hemû hovîtiya wê jî derket.

Di dagirkirina Efînê de, 38 dibistanên herêmê hatin rûxandin.

Para zanîngeha Efrînê jî ji kirinên dewleta Tirk a dagirker hebû.

Li gorî dîmenên derketin, çeteyên dagirkeriyê avahiya zanîngehê kirine navenda Meclîsa Efrînê ya ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatiye avakirin.

Bi vî awayî her tiştekî girêdayî zanistê li Efrînê tê binpêkirin.

Avahiya zanîngeha ku ji şeş beşan pêk dihat û zanistek li gorî çanda demokrasiyê tê de dihat danin, niha ji dagirkeran re bûye xwaringeh.

Çeteyên dewleta Tirk û pêxwasên wê li avahiya zanîngeha Efrînê kombûneke xwarinê li dar xist.

Bi dehan mase û kursî li hewşa zanîngehê hatin danîn û di bin sîwana qaşo ola Îslamî de, xwarinê di meha Remezanê de pêşkêş dikin.

Leave a Reply

Back to top button