Biden: Min Rûsya hişyar kir, eger êrişî Ukraîne bike wê berdêla wê giran be

Serokê Amerîkayê Joe Biden, naveroka hevdîtina xwe ya li gel serokê Rûsyayê Pûtîn, eşkere kir.
Biden dibêje “Min bi awayekî zelal got, eger Rûsya êrişî Ûkrayna bike wê berdêla wê giran be.”
Serokê Rûsyayê Pûtîn jî careke din îdîayên dagirkirina Ûkrayna red kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, rêkildarî hevdîtina vîdeo-konferansê ya li gel serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, daxuyanî da rojnamevanan.

Biden anî ziman ku wî bi awayekî zelal bi Pûtîn re axivî ye û got:

Eger hun Ukraîne dagir bikin, wê berdêla wê ji bo Rûsya gelek giran be. Yanî tişta ku heya niha nehatiye dîtin, wê bê kirin.

Ez bawerim Pûtîn peymana min fêm kir.

Di berdewamiya axaftina xwe de Biden got;

Eger êrişî Ukraîne bikin, wê cezayên aborî yên giran li wan were birîn.

Ne tenê ev,

Her wiha wê hebûna leşkerên Amerîka li welatên endamên NATO yên Rojhilatê Ewrûpayê jî were zêdekirin.

Li aliyekî din ew ê hêza parastinê ya Ukraîne jî xurt bikin.

Li ser pirsa, eger êrişa li dijî Ukraîne pêk were, wê destwerdana leşkerî ya Amerîkayê bibe an na, Biden wiha axivî:

Rêyeke wiha li pêşiya me tine ye. Li vir tişta girîng wê helwesta welatên Ewrûpayê be. Bi taybet jî hevlabendên me ên li nava NATO’yê.

Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn: Îdîayên dagiririna Ukraîne ne rast in

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî anî ziman ku wî hevdîtineke erênî li Biden kiriye.

Pûtîn li bajarê Soçî serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mitsotakis (Kiryakos Mîçotakîs) pêşwazî kir.

Serokê Rûsyayê li vir careke din behsa aloziya Ukraîne kir û got;

Îdîaîyên dagirkirinê ne rast in.

Pûtî îdîa kir ku ew alîgirê siyaseta aştiyane ne û got:

Divê were zanîn ku mafê Rûsya ê xweparastinê heye.

Li dijî daxwaza endametiya NATO a Ukraîne jî nerazîbûn nîşan da û got;

Divê NATO dest ji hewldana ketina herêma Rojhilat berde.

Back to top button