Li herêmê qurbaniyên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn

3’ê Tebaxa 2014’an li dijî êzidiyên Şengalê, çeteyên DAIŞ’ê komkujiya pêk anîn.
Di encamê de bi hezaran êzidî hatin kuştin û revandin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya êzidiyan mûm li qadên giştî vêxistin.

Sibe salvegera 9’an a komkujiya Şengalê ye.

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê, xelkê herêmê herikî qadên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mûm vêxistin.

Îro li taxa şêxmeqsûd mitîngek hat li dar xistin, jinên taxê qurbaniyên komkujiya şengal bi bîranîn.

Li dirbêsiyê û Amûdê jî bi pêxistina mûman qûrbaniyên komkujiya 3’ê Tebaxa 2014 a Șengalê hatin bibîranîn.

Ji bo Şengalê hemleya haştagê dest pê kir

Back to top button