Desteya Hundirîn: Hin kesayetên siyasî û partî rastiyê berevajî dikin

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê li ser daxuyaniyên ku hin partî û kesayetên siyasî didin û tê de rastiyan berovajî dikin, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Desteyê destnîşan kir ku hikûmeta Şamê bi rêya çeteyên xwe yên Dîfaa El-Wetenî bi binpêkirin û derxistina pirsgirêkan hewl da aramiya herêmê têk bibe û îşaret bi êrîşa herî dawî ya ku 20’ê nîsanê de li Taxa Tey dest pê bû, kir.

Desteyê diyar kir ku hêzên ewlehiya hundirîn di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan.

Desteya Hundirîn tekez kir ku ew bi agirbesta ku bi navbeynkariya Rûsyayê de çêbû pabend bûn û agirbest ji hêla çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve hate binpêkirin.

Desteyê destnîşîan kir ku li ser vê rewşê hin partî û kesayetên siyasî daxuyanî dan û ev bûyer bi rêbazekî şermok wesifand, rastî berovaj kirin, veşartin û hewl dan bi vê yekê fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin.

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê der barê wan daxuaniyên şermok de mixabiniya xwe nîşan da û tekez kir ku ew erka xwe ya parastina tevahî pêkhateyên herêmê û pêkanîna aramiyê bi cih tînin.

Back to top button