Li Silêmaniyê Partiya Komînîst a Kurdistanê ji ber birîna mûçeyan çalakiyek li dar xist

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber birîna mûçeyan bertek û çalakî dewam dikin.
Îro jî, Partiya Komînîst a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, ji ber rewşa aborî ya xerab û kêmkirina mûçeyên karmandan, çalakiyek li dar xist.

Çalakî li pêşiya avahiya Parêzgeha Silêmaniyê, bi tevlîbûna bi dehan karmend, endamên partiyê û endamên sendîkayên Silêmaniyê, bi dirûşmeya “Birîna mûçe tawan e, binpêkirina mafê rewa yê mûçe-xweran e û erka hikûmeta xwecihî ye ku bihabûna nirxê pêwîstiyên jiyanî sînordar bike ” hate lidarxistin.

Berpirsê Komîteya Xwecihî ya partiya Komînîst a Kurdistanê Osman Zîndanî daxuyanî xwend û ji hikûmeta herêma Başûr xwest ku mûçe bêyî kêm bike bide û bihabûna nirxên kelûpelan li bazarê kontrol bike.

Dawiyê, çalakgeran daxwazên xwe bi nivîskî pêşkêşî parêzgeha Silêmaniyê kirin û xwestin bi fermî bersiva daxwazên wan were dayin.

Back to top button