Rêveberiya Xweser jî derbarê salvegera komkujiyên li dijî gelê Ermen de pêk hatin, daxuyaniyek da..
Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser dîroka qirkirina Ermeniyan bi bîr xist û got: Osmaniyan gelek komkujî li dijî Ereban jî pêk anîn e.
Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk dema destê xwe kir destê DAIŞ’ê û piştgiriya wê kir xwest wan komkujiyan li ser gelên herêmê dubare bike.
Rêveberiyê dewam kir ku dewleta Tirk şerê gelan dike, Ji ber vê çareseriya herî guncaw ew e ku gelên herêmê bi hev re li hemberî planên dagirkeriyê têbikoşin.
Rêveberiya Xweser bang li civaka nav-neteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze ji ber kiryar û sûcên ku kirine û dike.
Rêveberiya Xweser dawiya daxuyaniya xwe teqez kir ku nimûneya Rêveberiya Xweser a li ser jiyana hevbeş û biryatiya gelan ava bûye, têrê dike ku gelên herêmê bibin yek.