6’Emîn festîvala şanoyê îro di roja duyemîn de dewam kir

Doh 6’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma “Şano derbirîna mûzaîka gelan e”, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo dest pê kir. Îro Festîval di roja xwe ya 2’emîn de, bi beşdarbûn û amadebûna mezin a şanoya jinan dewam kir.

6’emîn Festîvala şanoyê, bi tevlîbûna sedan şênî, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, derhênerên şanoyê û endamên saziyên sivîl, li navenda Mihemed Şêxo Ya bajarê Qamişlo, di roja duyem de dewam kir.

Îro Koma Şehîd Darsî ya Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Hesekê, şanoya “Çentê Weso” pêşkeşkir.

Dihat pilankirin ku şanoya duyemîn a bi navê “kontayner” a koma bajarê Helebê were pêşandan, lê ji ber ne amade bûn, hat betalkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku doh di roja yekemîn a Festîvalê de, piştî axaftinan, sînevîzyoneke li ser jiyana şehîd Yekta Herokol û şanoya “Kevir” hatin pêşandan.

Tê payîn ku Festîval heta 2’ê Nîsanê dewam bike.

Rojane wê 2 şano werin pêşandan û semîner li ser şanoyê werin dayîn.

Back to top button