Fransa lêpirsînek der barê DAIŞ’iyekî de da destpêkirin

Li Fransayê, der heqê çeteyekî DAIŞ’ê de ku li Rojava sûcê qirkirinê kiriye, lêpirsîn hat destpêkirin. 

Li gorî nûçeya AFP’ê, Dozgeriya Antî-Terorîzim a Netewî, der barê kesê bi navê Nabîl G. de, ji ber sûcên qirkirin û yên dijî-mirovahiyê, 10’ê Tîrmehê, lêpirsîn da destpêkirin.

Hate ragihandin ku ev kesê Fransî 31 salî ye û di navbera salên 2015-2016’an de, li Rojava, di bin sîwana çeteyên DAIŞ’ê de, li dijî Kurdên Êzidî sûcên giran mîna kolekirin, êşkence û destdirêjiyê kirine.

Di serî de, Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî, gelek komele daxwaz kiribûn ku sûcên li dijî Êzidiyan, di çarçoveya sûcên qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê de, bên destgirtin.

Ji ber vê jî, dibe di demên pêş de lêpirsînên bi vî rengî zêde bibin.

Back to top button