Wîfaq, çeteyên Sûrî tevlî hêzên ewlekariyê dike

Di dema dawî de, hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, dest bi perwerdekirina çeteyên Sûrî kiriye, da wan tevlî hêzên ewlekariyê bike.

Hikumeta Wîfaqê, çeteyên Sûrî yên ku dewleta Tirk ew anîne Lîbyayê, tevlî hêzên ewlekariyê yên welêt dike.

Di dîmenkî ku li ser torên civakî belav bûye de, bi sedan çeteyên Sûrî bi cilên hêzên ewlekariyê, li baregeha Yermûk a li Terablusê, tên perwerdekirin.

Hefteya borî, ji berpirsyarên artêşa niştimanî Xalid Mehcûb eşkere kiribû ku, nifşeke çeteyên Sûrî bi cilên hêzên ewlekariyê, daketine kolanên Terablusê.

Back to top button