Wezîrê derve yê Lîbî banga destkdayîna destpêşxeriyê li civaka navdewletî kir

Piştî serdana serokê Parlemena Lîbyayê Uqeyle Salih bo Fasê û pêşkêşkirina destpêşxeriyekê ji bo çareserkirina aloziya li welêt, wezîrê dervê yê Lîbî bang li civaka navdewletî kir ku destekê bide vê destpêşxeriyê. Parlemena Fasê jî teqez kir ku aramiya Lîbya, parçeyekî aramiya tevahiya herêmê ye.

Wezîrê derve yê hikumeta demkî ya Lîbyayê Ebd El-Hadî El-Hiwêc, bang li civaka navdewletî kir ku destekê bide destpêşxeriya serokê Parlemena Lîbyayê Uqeyle Salih a ji bo çereserkirina aloziya li welêt.

Ev bang piştî serdena Salih bo Fasa Mexirbê hat.

Li gorî El-Hiwêc, ev serdan di çarçoveya wergirtina destekeke herêmî û navdewletî ji bo vê destpêşxeriyê, pêk hat.

Wezîrê derve yê Lîbî got:

Ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, pêwîstî bi radestkirina çekan bo dewletê û derketina hemû çeteyan ji welêt heye.

Ebd El-Hadî El-Hiwêc banga rawestandina şer û tevlîbûna li pêvajoyeke siyasî, li hemû aliyên Lîbî kir.

Mexrib: Aramiya Lîbya, parçeyekî aramiya herêmê ye

Ji aliyê xwe ve, serokê Parlemena Fasê El-Hebîb El-Malikî jî ragihand ku welatê wî destpêşxeriya Salih a ji bo bidawîkirina aloziya li Lîbyayê, lêkolîn dike.

El-Malikî diyar kir ku aramiya Lîbya parçeyekî aramiya herêmê ye û destnîşan kir ku, tekane dezgeha hilbijartî li Lîbyayê, Parlemen e.

Yekşema borî, serokê Parlemena Lîbyayê Uqeyle Salih serdana Fasê kiribû û destpêşxeriyek ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê pêşkêşî hikumeta Fasê kiribû.

Li gorî destpêşxeriya Salih, mecliseke serokariyê tê avakirin, piştre pêvajoya hilbijartinên serokatî û parlemenê dest pê dike.

Back to top button