Salvegera komploya 9’ê Cotmehê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik komploya 9’ê Cotmeha 1998’an weke êrişa li dijî mirovahiyê binav kir û ev bang li hêzên berpirsiyar kir:
Lêborînê ji gelê Kurd bixwazin û xwe bidin efûkirin. Êdî dest ji dijminahiya PKK’ê berdin.

Sibe salvegera 24’an a destpêka bêbextiya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Bi rasthatina rojê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanên bernameya taybet a Stêrk TV.

Cemîl Bayîk-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK

Bayik diyar kir ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an hêzên bêbext ên cîhanê hemê li dijî Rêber Apo bûn yek û got;

Gelê Kurd wê demê bi pêşengiya Xalid Oral pêvajiya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” bersiv da komplogeran.

Bayik: Di şexê Rêber Apo de mirovahî bû armanc

Her çendî hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê tine bikin jî,

Lê bi demê re eşkere bû ku armanca wan a sereke li dijî mirovahiyê bû.

Lewma pêwîste ew hêz lêborînê bixwazin û xwe bi gelê Kurd bidin efûkirin.

PKK’ê ev rê vekiriye. Êdî dimîne ser wan.

Cemîl Bayîk anîn ziman ku siyaeta dijber a ku Ewrûpa li dijî hebûna Kurd pêşxistî, rê li ber komploya navneteweyî vekir

Bayîk: Yê pergala komployê pêş xist, ewrûpa bû

Ji dîrokê ve Ewrûpa ti carî nexwest pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Yanî yê ku hişt Kurd bi dehê salan bê maf bimînin, Ewrûpa bixwe ye.

Lewma Rêber Apo xwest pirsgirêka bi wan re çareser bike.

Lê hemû hewldanên ji bo peydakirina azadî û demokrasiyê ji aliyê Ewrûpayê ve hatin redkirin.

Û heta vê gavê jî vê siyaseta xwe a dijminahiyê dewam dikin.

Ji ber vê çendê Ewrûpaya ku rê li ber zêdebûna aloziyan vekir, bi xwe pergala komployê pêş xist.

Dema ku Rêber Apo dîl girtin û birin Îmraliyê, CPT eşkere got ku me ew sîstem daniye û em ê bişopînin.

Ji bo wê jî Ewrûpa ji sîstema Îmraliyê berpirsiyar e.

Bayik: Têkoşîna li dijî komployê geştir dibe

Têkildarî asta têkoşîna li dijî komployê jî Bayik ev nirxandin kir:

Niha têkoşîn mezintir dibe. Êdî divê komploger di siyasetên xwe de israr nekin.

Cemîl Bayîk-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK

Ger ku dixwazin bi gelê Kurd re dostaniyê bikin, pêwîste teqez siyaseta xwe li hemberî Rêber Apo û PKK’ê biguherînin.

Back to top button