Salvegera komploya 9’ê Cotmehê

9’ê Cotmeha sala 1998’an ku weke roja destpêkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo tê zanîn, 24 salên xwe temam kir.
Bi rasthatina salvegera rojê, PKK’ê daxuyaniyek da û got:
“sala 25’an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala azadiyê.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.

Komîtê komploya navneteweyî weke yek ji êrîşên herî hovane binav kir û got;

PKK: Komploya navneteweyî yek ji êrişên herî hovane bû

“Komploya navneteweyî ji bo tinekirina Rêber Apo pêk hat. Ev êrişa plankirî ji aliyê hêzên serdest ve hate bicihanîn.

Bi tinekirina Rêber Apo û PKK’ê, xwestin Kurdan qir bikin.”

PKK: Serkeftina li dijî komployê eynika têkoşîna me ye

Komîteya Rêveber a PKK’ê bal kişand ser têkoşîna 24 salan a li dijî hêzên komploger û wiha pêde çû:

Weke gel û tevger em bi pêşengiya Rêber Apo li ber xwe didin.

Encamên vê têkoşîna dîrokî ya 24 salan li holê ne;

Hêzên komploger mirovahî ber bi felaketê dehf dan, lê têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, ji bo tevahiya mirovahiyê bû çavkaniyeke nû ya hêviyê.

Xebat me a 24 salên derbasbûyî eynika têkoşîna me a sala 25’an e.

Bi taybet gerîllayên me ên leheng li Zap, Avaşîn û Metînayê bi biryardariya serkeftinê pêşwaziyê li sala 25’an a komploya navneteweyî dikin.

Jinên Kurd jî bi formula ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û her deverê rabûn ser piyan.”

PKK: Xeta Sara û Rûken misogeriya serkeftinê ye

PKK’ê ragihand ku çalakiya fedaî ya hevrêyên wan Sara û Rûken a li Mersînê, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji bingehê ve hejand û got:

“Dewleta faşîst 4’ê Cotmehê bi êrişa namerdî li dijî hevrê Nagîhan Akarsel qaşo hewl da ku çavê jinên Kurd bitirsîne.

Lê her çibikin jî, eşkere bû ku encama çalakiyê nîşan da ku xeta Sara û Rûken misogeriya azadiyê ye.

Divê were zanîn ku keç û xortên Kurd wê bidin ser şopa fedaî ya Sara û Rûkenan.”

Back to top button