Ragihandina Azad a Jinê Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd pîroz kir û got: ” Têkoşîna heqîqetê ji Gûrbeteliyan heta bi Nagîhanan her mezin dibe, li dijî êrişên topyekûn ên qirker û faşîst, em ê bi sekna Gûrbetelî û Nagîhanan bersivê bidin.”
Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi boneya Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd daxuyaniyek da.
RAJIN di daxuyaniyê de got, jinên têkoşer, ronakbîr û pêşengên şoreşa jinê, Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel li ser şopa heqîqetê bi felsefeya ‘JIN, JIYAN, A ZADÎ’ dest bi meşa azadiyê kirin.
Em di şexsê şoreşger, rojnamevan û pêşenga xeta azadiya jinê Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînin.
RAJIN: Xeta ragihandina azad bi berdêlên giran hat afirandin
Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Roja rojnamevaniya jinên Kurd bi têkoşîna Gurbetan û Nagîhanan ava bû.
Ragihandina azad li ser xeta azadiya jin ava kir û rêxistiniya xwe pêşxist.
Xeta ragihandina azad ji Gurbeteliyan heta Nagîhanan bi têkoşînekî bênavber, bi nirxên mezin û bi berdêlên giran hat afirandin.
RAJIN: Bi sekna Gurbetelî û Nagîhanan em ê bersiva êrişan bidin
RAJIN da zanîn ku dewleta Tirk çawa Gurbetellî şehîd xist, di roja îro de jî bi heman zihniyetê li hemberî gelê Kurd û jinên pêşeng dijminahiya xwe berdewam dike û wiha anî ziman:
Di vê dema êrişên qirkirinê berdewam dikin de, dewleta Tirk ya dagiker li hemberî ragihandina azad êrîşên topyekûn daye dest pêkirin.
Wê pîvana me ya bersiv dayîna van êrîşan sekna Gurbeteli û Nagîhanan be.
Têkoşîna heqîqetê ya ji Gurbetan heta Nagîhanan kêlî bi kêlî berdewam dike û mezin dibe em ê, xwedî lê derbikevin.