Careke din cezayê disiplînê li Rêber Apo hate birrîn

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di 3’yê cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29’ê îlonê de serdana Tirkiyê kiriye.
Lê derbarê rewşa Rêber Apo de tu agahî ji raya giştî re nehatibû parvekirin.
Derket holê ku beriya serdana CPT‘yê ya li Îmraliyê, careke din cezayê disiplînê li Rêberê Apo hatiye birîn.
Bi qedexekirina hevdîtina herî dawî re, ji sala 2018’an heya niha 12 caran cezayê disiplînê hatiye birîn.

Zêdetirî 18 meh in tu xeber ji Rêberê Apo û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayên girtin.

Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê bi hincetên “cezayê disiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin.

3 meh cezayê disiplînê yê ku Serokatiya Desteya Disiplînê ya Îmraliyê li Rêber Ocalan û her sê girtiyên din birîbû di 15’ê îlonê de bi dawî bûbû.

Piştî bidawîbûna cezayê disiplînê parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê di 16’ê îlonê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Lê serlêdana parêzeran nehatibû bersivandin.

Bi heman armancê vê carê parêzeran di 23’yê Îlonê de ji bo hevdîtinê serî li cihên peywendîdar dabûn.

Ev serlêdan jî ji aliyê dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû red kirin.

Derket holê ku careke din 3 meh cezayê disiplînê li Rêber Ocalan û her sê girtiyên din hatiye birîn.

Dadgeriyê di biryara xwe ya redkirinê de diyar kiriye ku 3 meh cezayê disiplînê yê ku di 9’ê îlonê de li Rêber Apo û her 3 girtiyên din hatiye birîn, di 28’ê îlonê de zelal buye.

Di nava 4 salan de 12 caran cezayê disiplînê hatiye birrîn

Ev cezaya nû ya li dijî Rêber Apo beriya serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), pek hat.

CPT’yê di 3’yê cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29’ê îlonê de serdana Tirkiyê kiriye û ragihand ku serdana Îmraliyê jî kiriye.

Lê derbarê rewşa li wir de tu agahî parve nekiribû.

Bi qedexekirina hevdîtina herî dawî re, ji sala 2018’an heya niha 12 caran cezayê disiplînê hatiye birîn.

Back to top button