Hêzên hikumeta Şamê bajarokên Idlib û Hemayê topbaran kirin-HAT NÛKIRIN

Şerê di navera Hêzên Hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de li Hema û Idlibê dewam dike. Balafirên şer ên Rusyayê jî deverên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistan Sûrî bombebarankirin.
Li bajarê Babê yê dagirkirî, di navbera du komên çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran derket.

Şer û aloziya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û herêmên hikûmeta Şamê dewam dike.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê herêmên Barê, Dêr Sunbil, Fitêra û Filêfil ên li başûrê Idlibê û El-Enkawiyê ya li Sehl Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Hate ragihand ku li eniyên El-Meşerî ya Sehl Xab vê sibê, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Fetih El-Mûbîn de bi çekên giran şer rû da.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî cihên hêzên hikûmeta Şamê ên li çolistana Dêrazorê û Reqayê kirin

Li gorî çavdêriyê çeteyên DAIŞ’ê vê sibê êrişî nuqteyên hêzên Hikûmeta Şamê û hêzên alîgirê wê ên li çolistana başûrê Dêrazorê, gundê Ganim Elî û çolistana Al Resaf li bajarê Reqayê kirin.

Hêzên hikûmeta Şamê jî hêzeke mezin a leşkerî şand wan herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşan dibe ser.

Hat ragiahndin ji saetên sibehê ve 4 balafirên şer ên Rûsyayê cih û deverên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Tidmur a rojhilatê Humsê û heta herêma çiyayê Beşerî li rojavayê Dêrazorê, zêdetirî 25 caran bombeberan kirin.

Li bajarê Babê di nava komên çeteyan de şer derket

Li aliyê din jî li bajarê Babê ya dagirkirî duh, di navbera çeteyên Cehba El-Şamiya û Ehrar El-Şam de şerekî giran qewimî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku destpêkê şerekî devkî di navbera çeteyên Ehrar El-Şam a û çeteyên Cebha El-Şamiyê de derket, paşê çeteyên Cebha El-Şamiyê bêyî koordîneya bi çeteyên Ehrar El-Şam re rêya diçe herêmên hikumeta Şamê keşif kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku li ser vê yekê çeteyên Ehrar El-Şam ku ev yekê wekî binpêkirina serweriya herêmên xwe dît, çeteyên koma din girtin û di encamê de şer derket.

Back to top button