KOMAW: Nebin hevkarê sûcê dewleta Tirk

Komeleya Malbatên Şehîd û Wendahiyan ji bo bikaranîna çekên Kîmyewî nameyek ji welatên Ewropa re şand û ji wan daxwaz kir ku nebin hekarê vî sûcî.

Komeleyê di nameya xwe de bibîrxistin ku 5 mehên dawî herî kêm 138 caran dewleta Tirk bi çekên Kîmyewî êriş kiriye ji ber wê gelek mirov birîndar bûn, hinek jî şehîd bûn.

Komeleyê bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kir ku li hmeber vê yekê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û nebin hevkarê vî sûcî.

Komeleyê her wiha bang li gelê Kurd û dostên wan jî kir ku ji bo pêşîgirtina vî sûcî hemû derfetên di destê xwe de bikar bînin û bêdeng nemînin.

Back to top button