Li Şîliyê şewata daristanan

Rayedarên li welatê Amerîka ya Başûr Şîliyê ragihandin ku kesên di şewata daristanan de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 122’yan.

Di daxuyaniya Serwîsa Tenduristiyê de hat ragihandin ku di şewatên li bajarên Valparaîso û Vîna del Marê dewam dikin de hejmara miriyan zêde bû.

Di şewatan de hejmara miriyan derket 122’yan, lêgerîna kesên winda berdewam dike.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Tiba Edlî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di xebatên otopsiyê de nasnameya 32 kesan temam bûye.

Di şewata daristanan de 122 kes mirin

Hat ragihandin tenê li herêma Valparaiso qadeke 7 hektar şewitiye û ji bo vemirandina agir midaxeleya hewayî û bejayî dewam dike.

Hat diyar kirin li gelemperiya welat agir bi 158 daristanan ketiye.

Ji ber şewata dijwar gef û xeteriya li ser cihên şêniyan zêde dibe.

Welatî ji malên wan tên derixstin, hin bajarok tên valakirin û li welat rewşa awarte hate ragihandin.

Şewata Bajarokê Valparasio ku 116 km ji paytext Santiagoyê dûre, tê gotin di dîroka Şîliyê de şewata herî zêde ku buye sedema mirinan.

Li Şîlî daristan dişewitin: 112 kes mirin

Back to top button