Li Almanyayê 17 hezar zarokên keç di bin xeteriya sinetkirinê de ne

Rêxistina mafê jinan Terre des Femmes a li Elmanyayê ragihand ku tenê li Almanyayê nêzî 17 hezar zarokên keç dibin rîska sinetkirinê dene.

Roja 6’ê Sibatê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Roja Navneteweyî ya li dijî Sinetkirina Jinan hatiye ragihandin.

Bi boneya rojê Rêxistina mafê jinan Terre des Femmes daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, tenê li Elmanyayê, nêzî 17 hezar zarokên keç di bin xeteriya sinetkirinê de ne û hate gotin ku ew pêkanîn bi veşartî tê kirin.

Li gora Terre des Femmes îro li Elmanya zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar zarokên keç jî li welêt di bin vê xeteriyê de ne.

Sinetkirina jinan di sala 1989’an de ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Li gorî peymana mafê mirovan qedexe ye zarokên keç werin sinetkirin.

Back to top button