Li Şîlî daristan dişewitin: 112 kes mirin

Li welatê Amerîka ya Başûr Şîliyê çend roj in şewata daristanan didome û heta niha hejmara miriyan derketiye 112 kesan.

Şewata daristanan zêdetir li başûr û nava welat dewam dike û her diçe berbelav dibe.

Hat ragihandin tenê li herêma Valparaiso qadeke 7 hektar şewitiye. Hat diyar kirin li gelemperiya welat agir bi 158 daristanan ketiye.

Ba û bagera dijwar jî xebatên vemirandina şewatê asteng dike.

Ji ber şewata dijwar gef û xeteriya li ser cihên şêniyan zêde dibe, welatî ji malên wan tên derixstin, hin bajarok tên valakirin û li welat rewşa awarte hate ragihandin.

Serokê dewleta Şîlî Gabriel Boric têkilkdarî şewatê daxuyanî da û diyar kir ji bo destwerdana li şewatê wan ekîbên xwe hemû xistine nava tevgerê.

Hat ragihandin ji ber şewatan hejmara miriyan jî her diçe zêde dibe.

Têkildarî şewata ku sedema wan nayê zanîn lêpîrsîn hatiye destpêkirin.

Şewata Bajarokê Valparasio ku 116 km ji paytext Santiagoyê dûre, tê gotin di dîroka Şîliyê de şewata herî zêde ku buye sedema mirinan.

Back to top button