“Di hilbijartinên Kerkûkê de îhtîmal binkeftina Kurdan zêde bûye”

Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku ji ber polîtîkayên PDK û YNK’ê li Kerkûkê rewşa kurdan xirab e û ev yek wê bandorê hilbijartinên herêmî jî bike
Çavdêrên siyasî diyardikin ku îhtîmala wendakirina meclisa kerkukê ji aliyên kurdan ve zêdetir bûye, ev perçebûna hêzên kurdî binkeftina hilbijartinê mîsoger kiriye.

Tê payîn hilbijartinên meclisa parêzgehên Iraqê di 18’ê Kanuna 2023’yan de pêkwerin.

Ji ber siyaseta yekalî ya PDK’ê û pêkanîna hevpeymaniyê li gel Eniya Tirkmen û Erebên Sune parçebûn xist nava partiyên Kurd ên Kerkûkê.

Ji ber wê partiyên Kurdan bi gelek lîsteyên cûda wê tevlî hilbijartinê bibin.

Çavderên siyasî yên Başûrê Kurdistanê derbarê bandora hilbijartinan li ser siberoja kurdan axivîn .

Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq derbarê mijar de got :

“Parçebûn û gendeliya di hemû saziyên rêveberiyê, her wiha tenê xwe dîtin û hevdû famnekirinê ya aliyên siyasî binkeftina di hilbijartinên dema pêş de mîsoger kiriye.

Sedemê vê binkeftinê jî bi partiyên desthilat ên Başûrê Kurdistanê ve girêdaye.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadir jî diyar kir ku beşdarbûna aliyên siyasî bi lîsteyên cûda wê bandorek nerênî bi xwere bîne.

Siyasetmedar Şiwan Dawidî: Kurd ji ber polîtîkaya PDK’ê li Kerkûkê wenda dikin

Çavdêrê Siyasî Şiwan Dawidî jî derbarê siyaseta PDK’ê û parçebûna dengên Kurdan a li Kerkûkê de got:

” PDK’ ê li şûna bi partiyên Kurd re hevpeymanî çêke, bi Eniya Tirkmen a girêdayî dewleta Tirk û Erebên Sune re hevpeymanî avakir.”

Şiwan Dawidî derbarê giringiya coxrafiya Kerkûkê de jî da zanîn ku Kerkûk ji bo kurdan kelayek stratejîk û giringe û wiha dewam kir:

” Kerkûk sinorê Kurdistanê yê bi Erebistanê re ye. Kerkûk bajarek dewlemende.

Wê bibe yek ji sedemên bihêzbûna Kurdan. Coxrafiya Kerkûkê giringiya xwe ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê re jî heye.

Tirkiye proje û eniyek ku ne ragihandiye li herêmê de heye û kar li ser dike.”

Çavdêrê Siyasî Şiwan Dawidî di dawiyê de destnîşan kir ku parçebûn û ji hev qutbûna hêzan ne di berjewendiya netewa Kurd de ye .

Back to top button