Senatoya DYA pêşnûmeya 118 mîlyar dolar a ji bo Ukrayna û Îsraîlê eşkere kir

Senatoya Amerîkayê pêşnûme qanûna 118 mîlyar dolar ya alîkariya ji bo Ukrayna, Îsraîl û ewlkeriya sînor eşkere kir.
Muxelefetê bertek nîşan da û hate diyar kirin wê ev yek kareseta ku Joe Biden avakiriye nikaribe bi dawî bike.

Senatoya Amerîkayê roja yekşemê pêşnûme qanûna 118 mîlyar dolar ya alîkariya ji bo Ûkrayna, Îsraîl û ewlkeriya sînor eşkere kir.

Lê Meclisa Nûneran bertek nîşanî pêşnûme qanûnê da.

Serokê Meclisa Nûneran Mike Jonhson bi daxuyaniyekê pêşnûme weke mirî bi nav kir û diyar kir ev pêşnûme wê felaketa ku serok Biden avakiriye nikaribe bi dawî bike.

Piştevanên Senatoyê yên Demokrat û Komarparêz tevî muxalefeta Donald Trump jî soz dan ku pêşnûme qanûnê derbasî meriyetê bikin.

Tê payîn ku roja çarşemê li ser pêşnûmeyê dengdana destpêkê bê kirin.

Tê diyar kirin ger ev pêşnûme qanûnî bibe wê di mijarên koçberiyê û ewlekariya sînor ya Amerîkayê de ku bi dehan sale pirsgirêk hene, guhertin pêk werin.

Hin kesên demokrat nerazîbûnê nîşanî pêşnûmeyê didin ku ji bo 11 mîlyon kesên bê belge ku li Amerîkayê dijîn, ji bo bibin welatî derfet ava nekiriye.

Li gorî Senator Patty Murray jî alîkariya di pûşnemyê de 20,23 mîlyar dolar ji bo ewlekariya sînor,

ji bo piştgiriya Ukraynayê ya di şerê li dijî Rûsyayê de 60 mîlyar dolar,

ji bo Îsraîlê 14,1 Mîlyar dolar,

ji bo Fermandariya Navendî ya Amerîkayê û şerê li Derya Sor 2,44 mîlyar dolar û li dijî êrişkariya Çînê ji bo piştgiriya hevalbendên Amerîkayê yên li Hind-Pasîfîkê jî 4,83 mîlyar dolar cih digire.

Serokê Amerîkayê Joe Biden pesnê tedbîrên ji bo penaberiyê ya di pêşnûme qanûnê de da û bang li kongreyê kir ku bi lez derbas bikin.

Back to top button