Koşka Spî: Trump ji ber destwerdana biyanî li Lîbyayê bifikar e

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku li Lîbyayê pêwîstiya agirbesteke bilêz heye û derbarê gurbûna destwerdana biyanî li heman welatî, fikarên xwe anîn zimên. 

Koşka Spî ragihand ku Trump bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Erdogan re axivî û jê re rave kiriye ku ew ji gurbûna destwerdana biyanî ya li Lîbyayê, bifikar in.

Her wiha pêwîstiya agirbesta bilez destnîşan kir.

Têkildarî aloziya Sûrî jî, koşkê bi daxuyaniyekê got:

Trump ji Erdogan re destnîşan kiriye ku pêwîst e çareseriyek siyasî li Sûriyê bê dîtin û alîkariyên mirovî bê astengî, bigihêjin tevahiya welêt.

Back to top button