Rêveberiya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê li Hesekê vekir.
Ji ber rewşa qedexeya derketina derve û girtina piraniya navendên tenduristiyê yên taybet li bajarê Hesekê Rêveberiya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê vekir.
Navend li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hatî vekirin û rewşên awarte pêşwazî dike.
Rêveberê navenda tenduristiyê bijîşk Îbrahîm Ferhan diyar kir ku wê navend 24 saetan di xizmeta şêniyan de be.