Serokê Franca banga agirbestê li tevahî cîhanê dike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku li ser banga NY ya ji bo agirbesta li cîhanê erêkirina 3 dewletan girtiye. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî ragihand ku daxuyaniya Macron ji bo pêşîgirtina vîrûsê, gaveke baş e.

23’ê Adara derbasbûyî de sekreterê giştî yê netewê yekbûyî Antonio Guterres banga agirbestek cîhanî kirbû.

Her wiha Antonio destnîşan kiribû ku tîmên tederûstî li dewletên şer lê heye tên hedefgirtin û sîstema tenderûstiyê hatiye hilweşandin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku Çîn, Amerîka wê destekê bidin banga Guterres.

Macron desnîşan kir ku ew li benda erêkirina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn in.

Mezlûm Ebdî: Banga Macron gaveke baş e, wê pêşî li vîrûsa Corona bigr e

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî banga serokê Franca Macron gaveke erenî bi nav kir û diyar kir ku ev gav wê pêşigirtina vîrûsa corona bike.

Mezlûm Ebdî bang li hêzên cîhanê kir ku hemû destekê bidin banga ragihandina agirbesta cîhanî da ku karîbin pêşî li vê vîrûsê bigrin û pêşerojeke baş ava bikin.

Back to top button