Parlementerên Ewropî ji bo piştgiriya Rojava bang li Yekîtiya Ewropa kirin

Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlementoya Ewropayê ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek ji YE Ewropayê re nivîsand.

Name ji Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell re hate nivîsandin.

Parlementerê Tifaqa Azad a Ewropayê/Partiya Keskan û Serokê Koma Dostaniya bi Kurdan re Françoîs Alfonsî û hevserokên din ên ji Koma Sosyal/Demokrat û Koma Çepgir nivîsandin.

Di nameyê de hate diyarkirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş xetertir dibe û derbarê bandora wê ya li ser Ewropayê hişyarî hatin kirin.

Koma Dostaniya bi Kurdan re bal kişande li ser tevgera DAIŞ’ê bibîrxistin ku di 20’ê Çileyê de 300 çeteyên DAIŞ’ê êrişî Girtîgeha Hesekê kirine ya ku 4 hezar çete lê girtîbûn.

Di nameyê de bal hate kişandin li ser gef û xeteriya li Kampa Holê jî ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin û bang li saziyên Ewropayê hate kirin ku têkevin nav tevgerê.

Back to top button