KCK: Hikûmeta Tirkiyê ya nû hatiya avakirin ya şer e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên di demên dawî de li dijî Rojava zêde bûne û got. “divê herkes xwe şer û berxwedaniyeke mezin re amade bike.”

Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, ji 7’ê Hezîrana sala 2023’yan ve bi balafirên biçek ê bê mirov û bi çekên giran êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike

Ji ber van êrîşan, heta niha gelek welatî û şervanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd û birîndar bûne.

Hêzên girêdayê hikûmeta şamê û yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê jî bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk û wendahiyên wan çêbûn.

KCK: Ev destihat ji bo qirkirina Kurdan hatiye avakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got:

“Hikûmeta nû ya li Tirkiyeyê hatiye avakirin, hikûmeteke tam a şerê taybet e ku ji bo qirkirina Kurdan hatiye avakirin.

Êrîşên li ser Rojava parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker e.”

KCK: Dewleta Tirk dixwaze pergala demokratîk a Rojava ji holê rabike

KCK’ê armanca êrişên dagirkeriya tirkiyê wiha nirxand:

“Armanc û siyaseta esas a delweta Tirk ew e ku Kurdan qir bike, li ser navê Kurdan çi hebe ji holê rabike

Dagirkeriya Tirkiyê dixwaze demografiya heremê biguherîne, Kurdan ji cih û warê wan bike, Rojava ji Kurdan xalî bike.

Çeteyên li ba xwe yê navê penaberên sûrî lê kiriye dixwaze vê plana xwe rewa bike û pêkbîne.

Bi pitşgiriya hin kurdên xayîn, ku rêbazeke osmaniyan e dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirinê rewa bike”

KCK’ê dazanîn ku dagirkeriya tirkiyê dikeve kuderê zû bi zû lê dernayê û îlhaq dike, divê hikûmeta şamê li dijî vê yekê rabe

KCK: Divê herkes li dijî êrişên li ser Rojava helwesta xwe zelal bike

KCK’ê birîndarbûna hêzên hikûmeta Şamê, yên Rûsya bibîrxist û got:

Tevî ku qurbaniyên wan çêbûn jî bêdeng man.

Divê Rûsya, NY û Hikûmeta Şamê li hember polîtîkayên qirkirinê bêdeng nemîne. Ev hişmendiya tundrew û paşverû ji bo hemû gelên Nojhilata Navîn xeter e.”

KCK: Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwe şerekî mezin re amade bike

KCK’ê li dijî êrişan ev bang li gelên heremê kir:

Divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî berxwedana xwe ya heta niha ku li hemberî êrîşan raberkirine bi xurtî bidomînin.

Divê cih û warê xwe neterikînin, xwe ji şerekî mezin re amadebikin û li dijî êrîşan berxwedaneke topyekîn raber bikin.”

Back to top button