Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El Mirî li goristana şehîdan spartin axê.
Şêniyên Tebqayê, meclisên leşkerî, partî, rûspiyên herêmê tev li merasîmê bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl axivî.
Hind El Xelîl sersaxî da malbata şehîdan û got:
“Şehîd minareya jiyanê ne. Ji bo ku gel azad bijî, canê xwe feda kir.”
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Hamid El Ferec axivî.
Hamid El Ferec soza şopandina rêya şehîdan da.
El Ferec bang li pêkhateyan kir ku ji bo derxistina dagirkeran, hevgirtî bin.
Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê hat kirin.
Dûre cenazeyê şehîd li goristanê hat oxirkirin.



