Ferhad Dêrik li Başûrê Kurdistanê cihê lê şehîd ketibû hate bibîranîn

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî di salvegera şehadeta xwe de Li Başûrê Kurdistanê hate bîranîn.

Bîranîna Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî cihê ku lê şehîd bibû pêk hat.

Di merasîmê bîranînê de nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên Tevgera Azadî, welatparêz amade bûn .

Nûnera Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd di merasîmê bîranînê de axivî û got:

“Şehîd Ferhad bi hemû raman ,ruh û hêza xwe ber bi serkeftinê ve diçû, ji bo wê bû aramanca dagirkeriya Tirkiyê.

Êrişên dagirkeriya Tirkiyê roj bi roj li ser gelê Kurd zêde dibin.

Her Kurdekê azadîxwaz di hedefa dagirkeran de ye. Ji bo wê jî li ser hemû kes, partiyên siyasî erk û berpirsyariye ku li dijî van êrişên dagirkeriyê rawestin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Herêm Mehmûd di merasîma bîranînê de destnîşan kir ku dê dev ji xebatê xwe bernedin û heta azadiyê têbikoşin.

Salvegera 1. a şehadeta Ferhad Dêrik

Back to top button